Selahattin Demirtaşın 2. kez kaleme aldığı Öykünün kürtçe çevirisi. SILAV JI BO ÇAVÊN REŞ

Read Time:5 Minute, 41 Second


SILAV JI BO ÇAVÊN REŞ / Selehattin Demirtaş 

IMG_0913

Dema ku dengê seatê hat, seat şeşê sibehê bû. Husên, dengê seatê qûtkir, ji ranzayê daket. Dema ku daket, bi piyên xwe Cemal şiyar kir. Bi Cemal re hevalên zaroktiyê bûn. Ji eynî gundî bûn. Dibistana seretayî, heya pola sêya bi hev re, eynî polê de bûn. Piştre Husên ji dibistanê qeriya bû, Cemal jî heya pola çaremîn xwendibû. Ber ku Cemal çar sala xwendibû, tevzên xwe bi Husên dikir.

Dema ku ji ranzayê daket, fêmkir ku îro, ji rojên din cudatir e. Wek ku qet wê dawî lê neyê, heya dawiya emrê xwe, dawiya rojên ku 12 seat kar û şevên bêxew hatibû. Ev 15 meh bû ku li vê şantiyê dixebitîn. Bi hêviyên ku kar bibînin, ev salek û nîv bû ji gundê xwe dûrketibûn. Sê mehên pêşî, li karê rojane dixebitîn. Pey re bişans bûn ku, li vê avahiyê dest bi kar kiribûn. Ji ber ku temenê wa 16 salî bû, di serî de çawîşê wa bitereddub bû, lê dît ku bê sîgorte wê kar bikin, li keysê çawîş jî hat. Bi tevî wan, heşt zarok li wê avahiyê kar dikirin. Ji xwe, ji 60 karkeran, 26 kes bi sîgorte bûn. Yên din kaçax û bê sîgorte, kar pejirandibûn. Ji xwe zarokbûn tiştekî zehmet bû. Bi kaçaxî û temenê zarokî karker î zor zehmet bû. Lê yek ji van jî ne bi qasî Berfîn a ku gund hiştî û bêrîkirina wê ne wek van tişta zor û zehmet bû.

Ji odeya razanê, ew nivînên ku bêhna xwîdanê jê tê derket, bi awayekî lez, li xwaringehê şorba xwe vexwar û ev 15 meh e, ji dêvla rêya kar, kete ser riya ku cihê perê xwe distînin e. Li pêşiya hesêbgeriyê karker bibûn rêz. Rêzek dirêj, bêtaqet, bêkêf, perîşhal. Bi pereyên ku bikevin destê wan, wê vegerin Stenbolê, karek din bigerin.

Hezkirina Husên a li hember Berfîn kaçax bû, zarokî bû, bê ewle bû. Ji dema ku gund derketî heya niha, bi dizîkî tenê du name ji Berfîn re nivîsî bû. A rast, ji ber ku nikarî bû wan nameya ji Berfîn re rasterast bişîne, ji xwîşka xwe Zelîxa re şandibû. Li gor Husên xwîşka wî; “Keçeke aqil bû, çawa bibe jî, wê Zelîxa, Berfînê hayedar bike…”Bi rastî jî, ti devera nameyê de, navê Berfîn nehatibû nivîsandin, lê dîsa jî bi hêvî bû ku xwîşka wî wê rewş û bêrîkirina wî fêhm bikira û wê agahî bigihanda Berfîn. Lê di nameyê de peyva bêrîkirin jî nehatibû nivîsandin. Ji ber ku kes ji rewşê guman nebe, timî nameyên xwe sergirtî nivîsîbû. Tenê baweriya xwe dabû hevoka ku di dawiya nameyan de “Silav ji bo çavên reş.” dinivîsî. Bi rastî jî, çavên hemû kesên wî gundî reş bûn, lê ti çav ne wek reşatiya çavên Berfîn reş bû. A rast name bi Cemal dabû nivîsandin. Cemal kesekî xwendîbû. Piştî ku bersiva herdu nameyan nehat, bêhtirîn li ber nexwendina xwe ket.

Serê wê rêza dirêj a ku bêdeng, bêkêf pevgerîn çêbû, ji taritiya wan fikran filitî û bi çavên Cemal re rastî hev hat. Sedema pevgerînê, pistepista ku ji serê rêzê, guherandin û berevajîkirin hate heya binê rêzê. Li gor gotinan hesabgêr li derûdora ne xuya bû. Aniha li ser mijara wê çi bibe, her kesek xwedî fikrek û şîroveyekê bû. Ev 15 mehin ku şev û roj, kesên wek xûlama kar dikirin, qet dengê xwe dernexistî, nişka ve wek ku werin asta serî rakirinê, bi hêrs himehim bûn. Ev bemdemayîn, ji mehan dirêjtir e. Piştre, dîsa bêdengiyek hêrsoyî çêbû.

Cemal, li ser nameyan, nivîsandina navnîşanê jibîrkiribû. Tişta herî nebaş, Cemal, li ser nameyan navnîşana gund a servekirî jî ne nivîsandibû. Bersiv nehatinên ji gund, bû sedema bêxewiya Husên.Her çiqasî rojê 12 seata wek xûlama dixebitî, dîsa jî xewa wî tune bû. Li jora ranzayê, bi pênûsê, Berfîn nivîsîbû. Şevan, nav tariyê jî ev nivîs didît. Dema ku li înşeatê xerç dikir, bi maleyê Berfîn dinivîsî û jê dibir. Cemal, dema ku halê Husên ê wek cina didît, dibû fitîl. Cemal, hewl dida ku Husên tebidandin bike, arîşen bike, nedibû siqêf dayê, bi ser de jî pehînek lêdabû. Lê tiştek ne xema Husên bû, ew diçû, noqî xeyalan dibû.

Bîra rojên ku dema Berfîn re, li gund diaxivî dibir. Berfîn jî, heya pola pêncêmîn xwendibû. Piştî pola pêncêmîn, ji dibistanê derxistibûn, ber ku xwendin, ne karê keçika bû. Ber ku wextê bizewicê hatibû. Li gundekî biçûçik ê Mûşê, zaroktî nê hêsan bû. Keçikbûn hîn zehmet bû, bûyîna bûkek zarokî hîn bêhtir zehmet bû. Berfîn, çîçekek serhildêr bû. Li hember ti dijwariyan, serî tewandin nebû. Zewac qet qebûl nekiribû, li ser de jî, derûdor tevîhev kiribû. Ew ê jî, bi dizîkî dil ketibû Husên. Lê çavê vê tiştên bilind bû. Tiştên hîn bilind. Hinekî li ber guhê Husên dabû. Qala çûyînê kiribû. Ne vala bû ku evîna wê, ewqasî şewat, wisa jêneger, lê ewqasî jî, bêhêvî ne vala bû. Husên, ev tişta raz, bi Cemal re jî parvenekiribû.

Serhoste, ji ofîsa şantiyê dema ku derket, nêzî bi rêzê bû, rêz zindî bû. Guh danê. Zilam qet dengê xwe bilind nekir û dema ku got: “Hûn ê mehaniyê xwe yî li hev kombûyî, ji şîrketa navendî a li Stenbolê bistînin.” pêşî bêdengiyek çêbû. Pey re himehimek dest pê kir. Dema ku serhoste zivîrî wê biçûya, sekinî: “Wesayît deh deqeyê din wê herê, pirsgrêkek heye?” piştî vê gotinê dengê karkeran qût bû. Karkeran serî xistin ber xwe, rêz xerab kirin, hêdî hêdî ber bi wesayîta kevin a ku wan bibe bajar ve çûn. Li nava Husên, bêhûziriyek giran, keserek kûr rûnişt.

Li vê dinê, yekê ku bi qasî Husên dil kovan î, bêrîkirinek bi şewat î Berfîn bifikire hebe, ew jî diya Berfîn bû. Dema ku Husên ji gund dûr ket, Berfîn jî, piştî du hefteyan, li gund wenda bûbû. “Bila mûjangê te li erdê nekeve keçam.” gotibû, piştî çûyîna keça xwe. Piştî wê rojê, her sibeh, li ser nimêjê, çavê xwe dida jor, dûa dikir ji bo keça xwe ya nazenîn.

Dema ku wesayîta karkeran, nav heriyê hêdî hêdî bi rê diket, Husên, serê xwe zivîrand, paceyê de nerînek herî dawî nihêrî avahiya ku qedandin e. Tam li ser derî, lewheyek mezin hilawîstibû. “Girtigeha Edîrneyê Tîpa F ya Ewlekariya Bilind” Cemal jî dinihêrî eynî derî. Nişka ve çavên wa rastî hev hatin. Piştre herdu jî wek ku li ser sûc hatibin girtin, bi awayekî şermokî çavên xwe ji hev revandin, serê xwe dane aliyekê. Wesayîta kevin, dema ku ji rêyek nav heriyê derket, kete ser riya qîr, ew karkerên bi sîgorte, kaçax, pîr, zarok hembêz kir, ber bi paşerojekî xembar, ber bi pêşerojekî nediyar ve bir. Husên li dilê xwe de silav dişand e ji çavên reş re. Cemal jî, di dilê xwe de siqêf dida Husên û lewheyê.

Selahattîn Demîrtaş

Hevserokê HDPê

Girtigeha Edîrneyê

Werger: Ronî Reşo-Teletex News24.



 

Happy
Happy
0 %
Sad
Sad
0 %
Excited
Excited
0 %
Sleepy
Sleepy
0 %
Angry
Angry
0 %
Surprise
Surprise
0 %

Average Rating

5 Star
0%
4 Star
0%
3 Star
0%
2 Star
0%
1 Star
0%

Yorumunuz için teşekkür ediyoruz en kısa zamanda size cevap verilecektir selamlar .

%d blogcu bunu beğendi: