

NUJÎYAN
Nujîyan ez bi gori min bihîst bavê te te daye îşev buye şeva nîşaniyê.
Ez evdalê xwudê wek pepukekî hatim ser kûleka mala bavê te gohdariyê.
Min bala xwe didayê berbûya çavên te kil kiribûn dest û tilî yên te henne dikirin ji xwera dikirin kêf henek û seyraniyê.
Ez bi heyran heger tû bi minra rats bû ez bi tera bê bextbûm, Ez hêvîdarim ji xwudê bila ez neqetînim cilên zavatiyê.
Heger ez bi tera rastbûm û tû bi minra bêbext bu, hêviya min ji xwedê yê dilovan heye bila tû qet şa nebî li ber mal û miraza, neqetînî xêlîya wî bûktîyê.
Te min hîşt tû çûyê ez mam
Destê min qetîya ji erdû ezman
Wek evdalê kî li ber dûwaran
te min histuxar kir Nujîyan.
*
Def û zînê lêxist siwar hatin te siwarkirin.
Hespê xwe meşandin te ji mala me derbas kirin.
dema kû tû zivirî te limin mêzekir
min got qeyê cerg û dilê min dibirin.
wey bê bextê, evan kûrê keran çawa negotin
ev xortê hanê gûneye, evan zaliman çira mala min Xerab kirin.
Tû çûyê ez mam wek darekî bê av
Weke dergûşekî bê dayîk û bê bav
Weke welatekî bê al û bê nav
Bê te min xwe wenda kirîye Nujîyan.
*
Edî tu tunî ezê çawa jîyan bikim di vî gûndêda.
Jîyana min bûye axîn,axîna min bûye lorîk di kişe ji çavên minda.
Bê te bêhna min digre rihê min di fetise di laşê minda.
Radizêmê tû xewnê minda, radibim tu di xeyalê minda.
Ez çibikim bê te jîyan nabe tû bû sedema jîyankirina min.
Tava tebaqê min germ nake
Dil rezîle qet şerm nake
Ev evdala te jibîr nake
Sozê te derew tû jî bêbext bû
Nujîyan.
Fecri Dost -Tendurekpost
Average Rating