KURDISTAN

Read Time:53 Second

Bese çavêmin tu negrî ne nalîne

Hêsiran tu ser minda ne barîne

Bila kes min vî halîda nebîne

Te dilêmin xistîye kul û birîne

Kurdistan.

*

Çîya û banî deşt û zozan gul sorbun
Ji eşqa te helîyam çavên min korbun
Seva xaka teya paqiş û pîroz
Weke mecnun derketim çolê dînbum
Kurdistan
*

Ji hesreta te şev limin nabin sibe
Wez çibikim testê min ji te nabe
Ber çavên min tu çawa bin destdabe
Bila ez bimrim jibo azadîya te
Kurdistan.
*
Çar perçeyî wek çar kul dilê minda
Xençerekî ji jehrêyî di singa minda
Bindestî ya te bu nexweşi di laşêminda
Dermanê min di azadî ya tedaye
Kurdistan.
*
Qewmên Barbar te xistine çar perçe
Xerab kirin wêran u talan kirin xaka te
Agir berdanê şewitandin xwezaya te
Wa gellê me rabuye emê te azad bikin
Kurdistan.
*
Azadî bê berdel nabe lê me pir berdel dan
Keç û xortên cîwan ji bo te canê xwe dan
Me sund xwarîye bi navê xwedê u xwîna şehîdan
Di sedsala bîst û yekanda emê te azad bikin
Kurdistan.

Fecri Dost

Happy
Happy
0 %
Sad
Sad
0 %
Excited
Excited
0 %
Sleepy
Sleepy
0 %
Angry
Angry
0 %
Surprise
Surprise
0 %

Average Rating

5 Star
0%
4 Star
0%
3 Star
0%
2 Star
0%
1 Star
0%

Yorumunuz için teşekkür ediyoruz en kısa zamanda size cevap verilecektir selamlar .

%d blogcu bunu beğendi: